Welcome to Sipan's Website

                  Sipan's Kurdish Page

            Bixer hatin bo malper Sîpan

Li ve rupele ez dixwezm ku hinki xwe bidim nas kirin.  Navê min ( Sipan Osman ) e, ez nizanim  li çi Sal ez hatîme Dinê! le belê di nasnama min da hatiye nivîsîn 19##. Cihê ez le dyek boyîm, Gundeke, li Başur Kurdistana , Min xandina xwe ya Seretahî û Navincî li Bajêr tewaw kirye.   Va 12 salin ku Ez li welate Englistana  dijim, hina ji Ez terim dibistane.

Silav u hurmet me, ji bo mevan u gundiyen mine  heja.

KÎME EZ?

Kîme ez?
Kurdê Kurdistan
Tev þoreþ û volqan
Tev dînamêtim
Agir û pêtim.
Sorim wek etûn,
Agir giha qepsûn.
Gava biteqim
Dinya dihejî.
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî.
Kîme ez?

Ez im rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar.
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kuþtin û ceng.
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?

Rojhilatê nêzîk,
Rojhilatê navî,
Ev bajar û gund,
Ev bej û avî,
Ket bin destê min,
Pî da ser dijmin,
Min bi ceng û þer
Zanîn û huner
Piþta wî þikand,
Serî lê gerand!
Ez bûm padîþah,
Xurt û serbilind
Ketin destê min ta sînorê Hind.
Kîme ez?

Kîme ez?
Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aþtîxwaz.
Ez xweþ mirovim,
Ne hirç û hovim!
Lê çibkim bê þer
Dijmin naçî der.
Bav û kalê min
Dijîn tev serbest,
Naxwazim bijîm
Ta ebed bindest.
Kîme ez?

Divê ez derkevim
Dijminê xwînxwar,
Þahê efyûnkêþ,
Jontirkê dijwar,
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe.
Dilxweþ bixum ez,
Rez û baxê xwe.
Çekan hilgirim derkevim meydan,
Rêcek nû çêkim ji boyî insan.
Kîme ez?

Ez im ê þikand leskerê Rêþar,
Min bi xwîna xwe parastî ev war.
Di sînga dijmin ez bûme kelem,
Xwe dan siya min Turk û Ecem.
Li ser serê min
Sinbil û kulah,
Serê hespê min
Digirt padîþah!
Ez im ew gernas,
Ew Selahidîn
Bi pirs ji dimyat,
Bi pirs ji Hetîn,
Kîme ez?

Ez im Erdeþîr,
Ew Noþîrewan,
Kesrayê mezin.
Bê tac û eywan,
Dostê kevnare
Ku bûne dijmin,
Ser di tewandin,
Ber agirê min.
Ez im ew qelaþ xurt û pehlewan,
Xerac min distand ji Hind û Yewnan!
Kîme ez?

Ez im ew gernas, ez im ew mêrxas,
Belê ez im Kurd
Îro ez mame
Bindest û zigurd!
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn,
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn!..
Xistin laþê min mîkrobên teres,
Ta bûm perîþan, bê nav û nekes.
Kîme ez?

Ez im ew Kurdê serhiþk û hesin,
Îro jî dijmin ji min ditirsin!...
Bîna barûdê
Kete pozê min.
Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin,
Dîsa wek mêra,
Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim,
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya,
Kîme ez?

Kawey hesinkar bav û kalê min,
Perçiqand serê zehakê dijmin.
Ji gerdena Kurd
Wî þikand zencîr,
Serê me parast,
Ji birîn û þûr!
Roja hat kuþtin xwînmijê dilsoz,
Goya dibêjin:-Ew roje nûroz...
Zivistan diçî,
Ew rojên ne xweþ
Parêz dibî Kurd,
Ji dêwê zergeþ.
Wesan dibêjî Zerdeþtê rêzan,
Ehreman diþkê Hirmiz tê meydan!
Kîme ez?

Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz,
Divê bistênim,
Wilo nemênim,
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez,
Li ser Kurdistan,
Bo min bimênin
Ev bax û bustan.
Ev þax û ev dest,
Rez û þînahî
Bigrim destê xwe,
Dilxweþ û þahî.
Zana û xwenda,
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin,
Bikin ronahî,
Kîme ez?

Ez im ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Ez im ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Ez im Mad û Goþ,
Horî û Gudî.
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Ez im, ez Kurd im li jêr û li jor.
Çend hezar salin
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!
Kîme ez?

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac,
Bûne olperest,
Bi tizbî û xiþt.
Ta dijmin þikand
Li me ser û piþt.
Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîþan
Ket e bin destan!
Kîme ez?

Ez im ew milet, ez im ejderha,
Ji xewa dîlî þiyar bûm niha.
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek þêr
Serê xwe hildim,
Çi ser bilindim.
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn,
Rêçika Markîs,
Rêçika Lenîn.

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem.
Bejin bilindim,
Wek dêw bilindim.
Ez dest dirêjim,
Serbest dibêjim.
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim!..
Kîme ez?

Ne xwînxwar im ez haþtî xwaz im ez,
Serdarê meye gernas û nebez.
Em þer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paþ ve naçin,
Dijmin direvî!..
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîme ez?

(Cigerxwîn, Dîwana Sêyemîn, Kîme ez 1973)

Click to go to Sipan's main Website